IraqNûçeRojhilatanavin

Parêzgarê Kerkûkê: Rewş di bin kontrolê de ye

Parêzgarê Kerkûkê ragihand ku hêzên ewlekariyê bi giştî rewşa ewlekariya Kerkûkê kontrol kirine.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji ragihand ku îro danê sibê çend xaneyên nêhînî yên DAIŞê êrîşê çend avahiyeke fermî, mizgeft û avahiyên bilind kirin.

Kerîm got: “Em li hêviyê bûn ku êrîşeke wiha bê kirin. Jiber ku niha operasyona Mûsilê berdewam e û DAIŞ di nava tirsa nemanê de ye. Lewma dihate hêvîkirin ku xaneyên nehînî dest bi tevgereke wiha bikin.”

Necmedîn Kerîm ragihand ku ew agahiyên dibêjin DAIŞî ketine nav avahiyên fermî û leşkerî, ne rast in û hêzên ewlekariyê rê nedane ku çekdar ti avahiyekî kontrol bikin û wiha got:

“Ev du sal in hêzên ewlekariya Kerkûkê di amadebaşiyê de ne. Kerkûk pir baş tê parastin. Ez welatiyan piştrast dikim ku rewş di bin kontrolê de ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu