IraqNûçeRojhilatanavin

Netewên Yekbûyî li Mûsilê 3 projeyan cîbicî dike

Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê ligel organîzatora karûbarên mirovî yê programa geşepêşdanê ya ser bi Netewên Yekbûyî li Iraqê, rêyên bicîkirina lîsta projeyên vegerandina aramiyê li navçeyên kontrolkirî yên Iraqê, gutûbêj kir.

Sekretariya Giştî ya Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku sekreterê giştî yê encûmena wezîran Mehdî Elaq tekezî li ser wê yekê kiriye, ku projeyên aramiyê werin berfirehkirin ku hejmara wan 202 proje ne.

Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin, ku tevî dabînkirina piştgîriya darayî ji bo projeyên vegerandina aramiyê ji aliyê rêxistin û welatan ve, ew dê xizmetên fêrkirin, tendirûstî û handana koçberan ku vegerin malên xwe cîbicî bikin.

Li gor daxyaniyê, organîzatora karûbarên mirovî di programa geşepêdanê ya ser bi Netewên Yekbûyî dem Marta Rûwîdis tekezî li ser projeyên avakirinê kiriye.

Piraniya taxên ajarê Mûsilê di encama şerê li dijî DAIŞê de û bi taybet di operasyona rizgarkirina wê ji destê çekdarên DAIŞê de wêran bûne.

Başa dön tuşu