IraqNûçeRojhilatanavin
9 kes ji ber teqîneke terorîstî li Bexdayê hatine kuştin
Ji ber teqîna trombîleke bombkirî li navça El-Keradeya Bexdayê 9 welatiyên sivîl ên Iraqê hatine kuştin.
Êvara duh duşemê ji ber teqîna trombîlekî bombkirî li navça El-Keradeya Bexdayê 9 welatiyên sivîle Iraqê hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Piştî vê teqîna terorîstî zêde ji 15 tirombîl û çend dûkanên xelkê jî hatine şewitandin û xisareke giran li xelkê navçê ket.
Gor vê raporê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê teqînê qebûl kiriye.
Ji ber teqînên Tîrmeha bihurî li navça El-Keradeya Bexdayê zêde ji 300 welatiyên iraqî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)