EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

9 kes ji kesên nêzîkî serokê Meclisa Sêna ya Efxanistanê hatine kuştin

Di encama êrişa hêzên artêşa Efxanistanê ser wilayeta Nengerharê li rojhilata vî welatî de, 9 kes ji kesên nêzîkî Fezl Hadî Muslim Yar, serokê Meclisa Sênayê canê xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Etaulah Xogiyanî, berdevkê parêzgariya Nengerharê li rojhilata Efxanistanê got: Herî kêm 8 kesên din jî di encama êrişa ser bajaroka Çeperharê li vê wilayetê birîndar bûne ku halê hinek ji wan xedar e.

Wî herwiha li bara hegera êrişa hêzên artêşa Efxanistanê ser kesên nêzîkî Muslimyarê tiştek negot û tenê ragihand: Dewleta Kabolê taximekê bona hilkolandina vê operasyonê, kivş kiriye.

Koma Taliban jî bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Leşkerên biyanî jî roleka girîng li êrişa ser kesên nêzîkî serokê Meclisa Sêna ya li bajaroka Çeperharê hebûne.

Êrişên leşkerên amerîkî, bi caran bûne sedem ku efxaniyên sivîl bibine gorî û Amerîka û hêzên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr (NATO), bi caran kuştina sivîlan înkar kirine.

Nêzî du mehan beriya niha jî di encama êrişa hewayî ya hevpar a leşkerên amerîkî û efxan ser dibistaneka olî ya li Efxanistanê de zêde ji 35 kes hatin kuştin û herî kêm 70 kesên din jî birîndar bûn, lê dewleta Efxanistanê pêgîrî dikir  ku di encama vê operasyonê de endamên Taliban hatine kuştin.

Başa dön tuşu