AsyaNûçeRojhilatanavin

9 peyam û neh pîrozbahî ji aliyê Rûhanî va

Serokomarê Îranê bi peyamên cuda hatina cejna Newrozê li serokên welatên Efxanistan, Tacîkistan, Pakistan, Komara Azerbaycan, Tirkmenistan, Ermenistan, Tirkiye, Qezaqistan û Ozbekisatnê pîroz kir.

Serokkoamrê Îranê, Hesen Rûhanî li van peyamam ragihand ku peyama Newrozê, aştî, jiyana bihev ra û hevdilî ye û Newroz dema herî rind ji bo çandina dara dostiyê ye.

Rûhanî her viha Newroz wek nimada aştî û dilovaniya ligel xwezayê da zanîn û destnîşan kir: Newroz xala hevpar a çand û erfa wan miletan e ku rêzê lê digirin. Serokomarê Îranê her viha ragihandiye ku welatên ku rêzê li cejna Newrozê digirin hewcedarê çanda zengîn a pêkhatî ji ayîna Newrozê ne ta ku li gorî lihevkirina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û rakirina boykotan, rewşeke teze ji bo jiyana bihev ra û aştiyane pêk bînin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu