CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Firotina çekên leşkerî yên Amerîkayê bo welatên erebî

Amerîka firotina 40 mîlyard dolaran çek bo Qeter, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, pejirand.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Ajansa hevkariya ewlehî û berevaniyê ya wezareta berevaniya Amerîkayê ragihand, Qeter bi 21 mîlyard û 881 mîlyon dolaran a asta danûstandina çekan di du mehên vê dawiyê de, li pileya yekemîn a kirîîna çekan a welatên dorhêla Kendava Farsê cih girt.

Li gorî rapora Ajansa Hevkariya Ewlehî û Berevaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, Qeterê li Mijdara buhurî, 72 bombeavêjên modela F15 QA`ê bi bihaya 21 mîlyard û 100 mîlyon dolarî, ji Amerîkayê kirîne. Kuweyt jî bi kirrîna 11 mêlyard û 837 mîlyon dolarî çek ji amerîkayê li pileya duyemîn de cih girtiye.

Erebistan jî bi kirrîna 48 balafirên barhilgir ên CH47`an a Shinok`ê bi bihaya sê mîlyard û 500 mîlyon dolarî, li pileya sêyemîn a bikirên çekên leşkerî yên ji Amerîkayê cihê xwe girt.

Herwiha Amerîka firotina 28 helîkopterên êrişker ên AH64`an Apaçiyê bi bihaya sê mîlyard û 510 mîlyon dolaran bo Mîrekên Yekgirtî yên Erebî pejirand.

Amerîkayê berî niha firotina bi qasê du mîlyard dolaran alavên leşkerî bo welatên dorhêla Kendava Fars`ê pejirandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu