CîhanEfrîqaNûçe

91 mehkûmê girtîgeha Parnamirim a eyaleta Rio Grande do Norteya Brezîlyayê bi rêya tunel kolandinê firar kir

Midûrê Hemwelatîbûn û Edaletê yê eyaleta Rio Grande do Norte ragihand ku 91 mehkûmî bi giştî ji girtîgeha Parnamirimê bi rêya tunel kolandinê firar kir, ji mehkûmên firarkirî 8 kes hatin girtin.

Rêvebiriya girtîgeha Parnamirimê berê sibehê bi firarkirina mehkûman hisiya û ji bo girtina wan alîkarî ji hêzên ewlehî xwest. Hêzên ewlehî jî li herêma girtîgehê ji bo girtina mehkûman bergiriyên ewlehî girtin û di bergiriyan de 8 mehkûmên firarkirî hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya berpirsên herêmî, mehkûm ji bo ku xwe veşêrin û neyên naskirin cilê bergên xwe guherandin û di firarkirina mehkûman 2 wesayît û motorsikletekî alîkariya wan kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu