FilistînNûçeRojhilatanavin

97 birîndar di 67. Îniya “Meşa mezin a mafê vegeriyanê”

Wezareta tendurustiyê ya Filistînê Îniyê bi şev qala birîndarbûna 97 filistîniyan di Şêst û heftemîn Îniya “Meşa mezin a mafê vegeriyanê” li Zîvala Xezeyê kir.

Li gorî rapora fars Newsê, Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê roja Îniyê anku duh bi  navê “Agirberdana bi Alaya Rêjîma Siyonîst” hat lidarxistin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst li pêvajoya serkutkirina xwenîşanderên filisîtnî ji billî avêtina gulleyên cengê, gazên rondikrêj û jehrî li dijî filistîniyan bi kar anîn.

Rêxistina Heyva Sor a Filistînê ku bi dehan kes ji filistîniyan ji ber bêhnkişandina gazên jehrî tûşî rewşa fetisînê bûne.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.

Ji 30ê Adarê heta 20ê Nîsanê zêde ji 310 filistînî li vê meşê bi gulleyê çekdarên israîlî şehîd bûne û zêde ji 31 hezar kesî birîndar bûne.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetêîn Rêjîma Siyonîst şermezar kirine.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike da ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike.

Başa dön tuşu