ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirebûna pêwendiyên Îranê û Banka Cîhanî û Sandiqa Navneteweyî ya Dirêv

Wezîrê karêbarên aborî û daratiyê ya Îranê got: Li rewşa nû ya piştî Lihevkirina Navokî, Komara Îslamî ya Îranê dixwaze pêwendiyên xwe bi Banka Cîhanî û Sandiqa Navneteweyî ya Dirêv re berfire bike.

Li gor rapora IRNA, Wezîrê karêbarên aborî û daratiyê ya Îranê Elî Teyibniya li dawiya sefera xwe ya Waşîngtonê û beşdariya li civîna salane ya Banka Cîhanî û Sandiqa Navneteweyî ya Dirêv bi birêvebirên van du teşkîlatî cîhanî ên derecebilind re çend caran rûnişt û bi wan re gotûbêj kir ku ev gotûbêjana encamên xwe yên erênî hebûn..

Wezîrê karêbarên aborî û daratiyê ya Îranê herwiha got ku li Waşîngtonê de bi wezîrên karên aborî û daratiyê yên welatên wekî Fransa, Swêd, Norvej, Îtalya, Holanda, Çîn, Hindustan û Tirkiyê re jî ser berfirkirina pêwendî û hevkariyên aborî yên du alî gotûbêj kir.

Teyibniya herwiha got ku li hevdîtina wezîrên ewropî re ser bêsozî û cihneanîna peymanên xwe ji aliyê Amerîkayê ve gotûbêj kiriye xwest ku welatên hanê bi Îranê re pêwendiyên bankî daynin.

Wezîrê karêbarên aborî û daratiyê ya Îranê Elî Teyibniya ji bo beşdariya li civîna  salane ya Banka Cîhanî pêncşemiya bihûrî serdana Waşîngtonê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu