Iraqçî: Radestkirina balafiran bo Îranê, maye ser encama gotûbêjan
Serokê îranî yê Navenda Şopandina Cihanîna Lihevkirina Navokî, got, radestkirina balafiran bo Îranê, maye ser encama gotûbêjên Kompanya Balafiran a Îran Air û Airbas û Bûîngê.
Ebas Iraqçî, roja yekşemyê li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a Meclisa Şêwra Îslamiî, li ser derengmayîna radestkirina balafirên Airbas û Bûîngê bo Îranê, herwiha got, derengmayîna di warê radestkirina balafiran, maye ser gotûbêjên di navbera Iran Air`ê û kompaniyên balafiran a Airbas û Bûîngê de û ev gotûbêj jî hîn negihîştine encamê.
Iraqçî got, kompaniyên balafiran ên Airbas û Bûîngê, hevgav ji wezareta xizînedariya Amerîkayê, xwestibûn ku îzna firotina balafiran bo Îranê bide ku li gorî Lihevkirina Navokî, dewleta Amerîkayê, sozdar bû ku van îzinameyan bide ji ber ku beşek ji boykotên destpêkê ne.
Iraqçî herwiha li bara qanûnên dijî îranî yên Meclisa Amerîkayê destnîşan kir li gorî Lihevkirina Navokî, eger ku boykotên nû yên navokî dijî Îranê pêk bên, serokkomarê Amerîkayê, sozdar e ku wan vêto bike.
Serokê îranî yê Navenda Şopandina Cihanîna Lihevkirina Navokî, destnîşan kir, li gorî Lihevkirina Navokî, dewleta Amerîkayê erkdar e ku îznê nede tu boykoteka nû ya navokî dijî Îranê pêk were û yan jî boykotên berê li ser navên din yan mihaneyên din li ser Îranê werin sepandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)