Zerîf: Nabe YE li hevkariya tev Îranê bikeve ber bandora kiryarên hêzxurtan
Dr. Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro piştî nîvro tev xanima Êlîzabêta Bîn Kofska komîsyonera pêşe û karsaziyê ya YE ku niha sefera Îranê kiriye civiya û gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê li vê hevdîtinê bal kişand ser warên curbicur ku jibo hevkariya navbera beşên nedewletî û dewletî yên Îranê û YE heye û tekez kir ku divê pirsgirêkên li peywendiyên du welatan werin çareserkirin û rola YE li bikaranîna rewşa piştî rakirina boykotan pir giring e.
Wî got: YE li hevkariya tev Îranê nabe bikeve ber bayê kiryarên welatên din.
Xanima Êlîzabêta Bîn Kofiska komîsyonera pêşe û pêkanîna kar û xebatê ya YE jî li vê hevdîtinê ser berfirehkirina hevkariyên vê yekitiyê û Îranê li warên curbicur tekez kir.
Wê bal kişand ser zêdebûna meyl û viyana welatiyên ewrûpî jibo sefera Îranê û geştyariyê yek ji warên herî biqawet jibo hevkariya navbera Îranê û YE da zanîn.
Wê her wiha da zanînê ku em li dû hevkarî û prespektîvên demdirêj bo peywendiya tev Îranê ne û em bawer in ku divê rewş jibo cihatina vê hevkariyê bi zûtirkê were amadekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)