Roja sêsiyan û ya dawiyê ya meşqa hêza hewayî ya herêma Wilayetê
Sêyemîn roj û ya dawiyê ya tedbîqat û meşqa hêza hewayî ya goriyên wilayetê îro tê li darxistin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya kanala Xeberê li duyemîn roja meşqa hêza hewayî ya Goriyên Wilayetê tîmên pispor li warên şerê nû li hember êrişa kîmyayî ya dijminê ferzî sekinîn.
Li vê barê cureyên sîstimên jinavbbirina qirêjê, hişyarîker û eşkerekir, konên parastinê, jîngeh û nifşa nû ya îstitarê hatin bikar anîn.
Şeşem meşqa hêza hewayî ya goriyên wilayetê ya hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî roja duşemiyê li navenda Şejhîd Babayî ya Îsfehanê destpê bû.
Li vê meşqa sê rojî cureyên balefirên nêçîrê yên şopaner, veguhestina nîvgiran û sivik, balefirên peywendiyê û naskirinê, ardûgihan û cureyên balefirên bêfirokevan, hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê beşdar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)