El-Amêrî: Heşdî Şebî derbasî nav bajarê Mûsilê nabe
Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê û ji fermandên pilebilind ê Heşdî Şebî ya Iraqê got: Hêzên Heşdî Şebî derbasî nav bajarê Mûsilê nabin.
li gorî rapora IRIB Newsê, Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar li Necefa Eşrefê bi beşdariya Muqteda Sedr serrokê tevgera Sedrê got: Tenê hêzên artêşê û polîsê Iraqê dê derbasî nav bajêr bibin û li bara vê mijarê li hev kirine.
Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê destnîşan kir: Ne Heşdî Şebîî û ne hêzên pêşmergê kurd û ne hêzên hevalbendiya emerîkî nikarin derbasî nav bajêr bibin û piştgiriya hevalbendiyê tenê ji riya hewayî ye.
Operasyona berfireh a azadkirina bajarê Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji siba roja duşemiyê ve destpê bûye û hêzên hevpar ên iraqî li vê operasyonê beşdar bûne.
Bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê ji Hezîrana sala 2014-an di bin kontrola DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)