Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê û fukarên li bara komployên Emerîkayê
Artêşa Iraqê hin navçên başûrê Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê azad kirin.
Rayedarên parêzgeha Neynewayê, li bakurê Iraqê roja sêşemiyê ragihandin ku polîs û hêzên zirihî yên artêşa Iraqê derbasî hin navçên bin kontrola DAIŞê li başûrê Mûsilê bûne.
Sertîp Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê fedarala Iraqê li bara paqijkirina û azadkirina 352 kîlometrên çarber ji navçên başûrê bajarê Mûsilê li çarçova operasyona azadkirina vî bajarî ku ji siba roja duşemiyê ve destpê bûye agahî da. Li vê barê Sed El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê jî bal kişand ser vê yekê ku azadiya Mûsilê maye ser şêwaza pêşveçûna pêvajoya operasyona eskerî û tekez kir ku artêşa Iraqê hewl dide ku Mûsilê bi lezgînî ji bin lepên terorîstan azad bikin.
Operasyona azadkirina Mûsilê sibeha roja duşemiyê bifermî destpê bû. Di vê midehê de hêzên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê bi piştgiriya Heşdê Şebî û hêzên pêşmerge yên kurd serketinên mezin li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞê bidest xistine.
Lê li halekê ku hemî şehed û belge li bara serketinên berfireh û seranserî yên iraqiyan li rawestana li ber terorîstan li Iraqê nîşan didin û rayedarên iraqî tim ser jiholêrakirina grûpa DAIŞê li Iraqê disekinin. Rayedarên hin dewletên rojava ji wan wezîrê berevaniyê yê Fransayê dibêjin ku operasyona Mûsilê renge bi salan bikşîne ku eva helwestên wan ên nepenî nîşan dide.
Bêguman bi dirêjbûna prosa azadkirina Mûsilê û mudaxilên hevalbendiya li dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê li pêngavên micid ên iraqiyan jibo jinavbirina lezgîn a DAIŞê li Iraqê mecaleke zêde dide terorîstan ku birevin beşên din ên Iraqê û heta birevin Sûriyê her wiha dirêjbûna operasyona azadkirina Mûsilê derfeta pêdivî jibo xurtkirina terorîstan û bipergalkirina wan bi çekên zêdetir pêk tine.
Ji aliyê din ve dewletên rojava her wiha bi dirêjkirina operasyona azadkirina Mûsilê di pratîkê de, lê digerin ku rewşê jibo sistkirina armancên vê operasyonê û qahîmkirina mewqiya terorîstan li hin beşên Mûsilê xweş bikin.
Li vê çarçowê tevî ku tê gotin hevalbendiya emerîkî ya li dijî DAIŞê hemî riyên revîna endamên DAIŞê ji bakurê Iraqê bo Sûriyê girtiye ustûyê xwe lê li gor nûçan Emerîka û Erebistan jibo derketina endamên DAIŞê ji Mûsilê û şandina wan bo Sûriyê li hev kirine.
Li dewama siyasetên bi xerez û mudaxila Emerîkayê li Iraqê ku li mehên buhurî berfirehtir û bifukartir bûne midehek berî niha hejmarek ji endamên kongera Emerîkayê palnek raber kirin jibo ku bi alîkariya Herêma Kurdistana Iraqê parêzgeha Neynewayê bikin navçeyeke serbixwe ji bo ola û mezheban. Eşkerebûna plan û bernameyên Emerîkayê jibo parvekirina Iraqê tevî hizûra berfireh a hêzên eskerî yên Emerîkayê li Iraqê bi mehna rawestana li ber terorîzmê nîşan dide ku Iraq tim bi liv û tevger û planên şikber ji aliyê Emerîkayê rûbirû ye.
Li her halî de alûgurên Iraqê bûne sedema hişyariya zêdetir a iraqiyan li bara armancên nepenî yên liv û tevegrên dewletên rojavayî û dewletên paşverû û zorbêj ên navçê ji wan Erebistan û Tirkiyê li çarçowa saziya qaşo li dijî DAIŞê li operasyona azadkirina Mûsilê daha zêde kiriye û ji ber vê rastiyê ye ku rayedarên iraqî ser bikaranîna zirûfên navxweyî li operasyoan li dijî DAIŞê tekez dikin.
Bêguman di rewşeke wiha de , yekitî û hevgirtîbûna iraqiyan bitaybet ji ber bîr û rayên merceyên Iraqê ku roleke giring li pêkhatina navendên berxwedana li hember DAIŞê li Iraqê hebûne, dikare rewşê jibo pêşdebirina dest xwe ya operasyona azadkirina Mûsilê û bêencamkirina komployên rojava ji bikaranîna terorîzmê jibo bidestxistian armancên xwe yên bi xerez li Iraqê xweş bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)