Îranê destek daye OPEC`ê jibo ku li bazara niftê hevsengî pêkwere
Alîakrê wezîrê niftê yê Îranê li karên navnetewan, ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê jibo alîkariya bo welatên endamê OPEC`ê jibo pêkanîna hevsengiyê li bazara cîhanî amade ye.
Emîr Huseyn Zemanîniya alîkarê wezîrê niftê yê Îranê roja duşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re got:Îran amadeyî alîkariya bo OPECê jibo pêkanîna hevsengiyê li bazara cîhanî ya niftê û gihêştina wê jibo buhaya li ehr bermîlê 55 heya 6 dularan e.
Alîakrê wezîrê niftê yê Îranê li bara rewşa bazara cîhanî ya niftê û prespektîva cihanîna plnana rawestandina berhemanîna niftê got: Îran amadeyî handan û hevrêtiya tev OPECê jibo rawestandian berhemanîna niftê ye.
Zemanîniya li bara hevrêtiya berhemhêneyên din ên ku endamê OPECê nînin tev plana rawestandina berhemanîna niftê jî hêvî kir: Biryara ku li civîna Cezayirê hat dayînê li muijdarê cih were û hevsengiya ku yên berhemhêner û bikarhênerên niftê dixwezin pêk were.
Endamên OPECê li civîna 28 Îlonê ya vê rêxistinê li Cezayirê jibo cara yekê ji sala 2008an li warê kêmbûna berhemanînê li hev kirin.
Li vê civînê armanca berhemanîna 32 milyon û 500 hezar bermîl hat pesendkirin û xala giring li vê civînê miafbûna Îran û du welatên din ên endamê OPEC`ê ji proja rawestandina berhemanîna niftê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)