Rûhanî: lezyîza siyasî ya hêzxurtan ser mijara terorîzmê
Serokê KomaraÎslamî ya Îranê got hin hêzxurt bi mijara rawestana li ber terorîzmê şanoyeke siyasî bi rê xistine.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li adwiya sefera parêzgeha Merkeziyê û li civîna rojnamevaniyê tev nûçegihanan li bara helwsêtên Komara îslamî ya Îranê li hember alûgurên navçê got hegera dewama pisgirêka terorîzmê li navça Rojhilata Navînê eva ye ku hêzxurtên rojava hez nakin ku vê pirsgirêkê çareser bikin li halekê ku ev pirsgirêka pêsîrê wan bi xwe jî girtiye.
Hesen Rûhanî destnîşan kir ku hin hêzxurt grûpên treorîstî jibo cihanîna armancên xwe yên nerewa bikar tînin û heya niha tu kiryareke erênî li dijî wan nekirine.
Rûhanî helwestên Îarnê li hember mesela terorîzmê pir zelal da zanîn û got: Îran mudaxila welatên biyanî bêyî hevdengiya tev welatê mazovan pir bi tehlûke dizane û ser vê bawerê ye ku dewleta Iraq û Sûriyê ewilî divê daxwaza alîkariyê bikin ku da welatekî din li axa wan li dijî terorîzmê rabe.
Wî mudaxilên biyanî yên hin welatan li navçê li dijî prensîpên navneteweyî da zanîn ku ewlehiya li rojhilata Navînê zêde dike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dawiyê bal kişand ser bernamên dewletê jibo rewneqa aborî ya Îranê û destnîaşn kir ku piraniya welatan û sermayedanerên biyanî hez dikin ku li bongahên pêşeyî û aborî ya Îranê beşdar bibin û li vê çarçêvê hevhatinname û girêbestên curbicur hatine wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)