Brucerdî: Îran tu ferqekê navbera DAIŞê û Cebhet-ul-Nusreyê qayîl nîne
Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana Îranê got: Îran di navbera grûpên terorîstî yên DAIŞ û Cebhet-ul-Nusreyê tu ferqekê qayîl nîne û siyaseta Emerîkayê dewama krîza kontrolbûyî li Rojhilata Navînê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Elaedîn Brucerdî serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana Îranê li hevdîtina Krîstiyen Mase sekretera wezareta karên derve ya Fransayê li Parîsê mixabiniya xwe li bara rewşa xirab a awareyên sûrî li welatên rojava nîşan da û got ger ewlehî çê bibe dê ew hemî kes vegerin Sûriyê û dê li pêşeroja siyasî ya welatê xwe rola wan hebe.
Elaedîn Brucerdî ku tevî taxima parlemanî sefera Parîsê kiriye. Rewşa niha ya Sûriyê û Iraqê şirove kir û destnîşan kir parastina yekperçetiya erdê Sûriyê û Iarqê siasyeta isûlî ya Îranê ye.
Brucerdî her wiha peywendiyên dualî yên du welatan erênî nirxand û got: Îran û Fransa tevî berfirehkirina peywendiyên dualî divê li bara meselên navneteweyî bişêwirin û hevkariyê bikin.
Krîstiyen Masê sekretera giştî yê wezareta karên derve ya Fransayê jî li vê hevdîtinê fukara xwe li bara berfirehbûna fanatîzmê li Ewrûpayê nîşan da û got Îslam rastî û beşek ji Fransayê ye û tundrewî nayê qebûlkirin.
Krîstiyen Masê destnîşan kir Îran qaweteke mezin e û roleke bingehîn li damezrandina aşitî û ewlehiya navçê heye.
Li gorî vê raporê her du alî her wiha li vê hevdîtinê ser hilkolandina qeyranên navçê ji wan Sûriye , Iraq, Lubnan Yemen û Behreyn ser rêçareyên siyasî li gor daxwaza xelkê vî welatî tekez kirin.
Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya parlemana Îranê tev taximekê sefera Fransayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)