AsyaEwropaNûçeRojhilatanavin

Tirkiyê herêma hewayî ya Yewnanistanê jî îxlal kir

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê ragihand ku balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê qada hewayî ya Yewnanistanê îxlal kirin.

Li gor rapora şeva çûyî ya ajansa nûçeyan a ANA ya Yewnanistanê ji paytexta vî welatî Atinayê, Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê  ragihand ku balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê bi îxlalkirina qada hewayî ya Yewnanistanê, li ser giravên Lîmonus û Onîpus firyan.

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê herwha ragihand ku balafirên hêza hewayî ya vî welatî bi tesbîtkirin û nasandina balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê radû wan kirin û ew ji qada hewayî ya Yewnanistanê derxistin.

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê diyar kir ku Enqerê bi binpêkirina qayid û qirarên navneteweyî û cînaretiyê bi caran qada hewayî ya Yewnanistanê îxlal dike, lê hêza hewayî ya vî welatî amade ye liv û tevgerên wiha yên Tirkiyê bişopîne û rê li ber wan liv û tevgeran bigire.

Yewnanistan û Tirkiyê ji mêjve ser çend giravên behrên Ege û Sipî û ser nift û gaza peravên Qibrus û Yewnanistanê dijberî û nakokî hene.

Hêjayî gotinê ye ku artêş û Hêza hewayî ya Tirkiyê li van salên dawiyê bêyî ku guh bide ser qayid û qirarên navneteweyî bi caran qada hewayî û bejahî yên welatên cînarê xwe ji wan Sûriye, Iraq û Yewnanistanê îxlal kirine û heta hêzên bejahî şandine nav axa hin welatên hanê.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu