Wajokirina reşnivîsa hevhatinnama hevkariyê navbera Îran û Bosnî û Hêrzêgowînê
Reşnivîsa hevhatinnama hevkariyên ticarî û xebitandina sermayê navbera Îran û Bosnî- Hêrzêgowînê bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê konseya serokkomariya Bosînî-Hêrzêgowînê hat wajokirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Yezdanî alîkarê wezîrê pêşe, maden û ticaretê wek nunerê Îranê û Mîrko Şarowîç wezîrê peywendiyên aborî û ticareta derve wek nunerê Bosnî – Hêrzêgowîn ev reşnivîsa hevhtina hevkariya ticarî û xebitandina sermayê roja sêşemiyê wajo kirin.
Baqir Îzet Begowîç serokê konseya serokkomariya Bosnî- Herzêgowînê ku duh berêvarê gihêşt Têhranê siba roja sêşemiyê li navenda çandî-dîrokî ya Sedabada Têhranê ji aliyê Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşewazîkirin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê jî îro li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Baqir Îzet Begowîç serokê Konseya serokkomariya Bosnî-Hêrzêgowînê li Tehranê bal kişand ser vê yekê ku li salên buhurî ji ber boykotên zalimane yên Îarnê, peywendiyên Têhran-Sarayewoyê ketibû rewşa bişûndemayîna aborî û got: Îro piştî rêketinnama navokî rewş jibo berfirehkirina peywensdiyên du welatan xweş bûye. Rûhanî her wiha got: Meselên navçeyî û ji wan fanatîzm û terorîzm wek xetereke mezin jibo navçê û cîhanê hemî xistine nav fukaran. Serokê Konseya serokkomariya Bosnî-Hêrzêgowînê jî bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên Sarayewo û Têhranê tim bi hevaltî, xurt û bihêz bûne û got: Bosnî – Hêrzêgowîn xwediyê çarçêvên bihêz û qanûnî li hevkariya tev YE ye û Îran ji riya Bosnî-Hêrzêgowînê dikare rehet derbasî nav bazara ticarî ya Yekitiya Ewrûpayê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)