Nimandina balefira bêfirokevan a sivik li Îranê
Îranê balefireke bêfirokevan a dûrmenzîl a sivik nimandiye.
Ev balefira bêfirokevan 5 Xezelwerê li duwem roja heftem dewra nîşangeha pêşeyên hewayî û fezayî yên Îranê li birca Mîlada Têhranê hat nimandin.
Hamid Seîdî, sekreterê karkoma balefira bêfirokevan a pêşeyên hewayî û fezayê yên Îranê li gotûbêja bi IRNA÷yê re got: Îsal jî li vê nîşangehê mîna salên buhurî nimandina berhemên pêşketî li warê balefirên bêfirokevan li kêleka berhemên din ên warên hewayî hatine berçavgirtin.
Wî got: Li vê nîşangehê balefira dûrmenzîl a sivik tê nimandinê. Ev balefira kêmtir ji 20 kg giraniya wê ye û dikare 15 sietan bifire.
Seîdî bal kişand ser vê yekê ku ev balefira bi beşdariya 20 şîrketên zanistî hatiye dîzaynkirin û çêkirin û got: Vê balefirê geştên zav li esmanê derya û avên welatan û erdê cih anîne.
Wî got: Balefira dûrmenzîl a sivik jibo ku nêzîkî armancê bibe dikare ji hezar heya 10 hezar pê bilindahiya firînê hebe. ji ber vê zirûfê ev ablefira erkdariyên curbicur cih aniye ku li sîstimên herî pêşketî yên radûkirinê jî nehatiye dîtin û jixwe li sîstimên radarê weke teyrê nediyar e.
Seîdî got ku derfirotina vê balefirê bo welatên cîhanê ji wna bernaman e ku jibo geşatiya vê teknolojiyê hatiye berçav girtin.
Wî got: Jibo vê balefirê jiber firîna demdirêj û xercên kêm û veguhestinê, erkdariyên sivîl ji wan nexşegirtin, fîlmgirtin û weênegirtinê hatine berçavgirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)