IraqNûçeRojhilatanavin

Rola giring a hêzên Heşdi Şeibî li operasyona Mûsilê

Berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li bara rola giring a hêzên Heşdi Şeibî li operasyona Mûsilê li rojên derbasbûyî xeber da.

 Li gorî rapora Someriye Newsê, berdevkê fermandehiya operasyona  hevpar a Iraqê roja  çarşemiyê ragihand ku  operasyona hêzên Heşdi Şeibî li şerê li dijî DAIŞ`ê li Mûsilê li rojên tê dê destpê bibe û yê van hêzana roleke berbiçav li piştgiriya ji hêzên  çekdar ên Iraqê û her wiha operasyona  azadkirina  Mûsilê hebin.

Yehya Resûl tekez kir ku hêzên Heşdi Şeibî lêzanînên pêwîst hene û tim firînên keşfê didomînin û her cure hewldana  terorêstên DAIŞ`ê jibo revînê dê şikestê bixwe.

Di eynî demê de mêdyayên Iraqê roja  sêşemiyê ragihandin ku Hadî Amêrî fermandê sipaha Bedr a Iraqê tev hezaran kes ji hêzên Heşdi Şeibî derbasî mêhwerên rojava û başûrê operasyona azadkirina  Neynewayê bûye.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê ji zarê kanala El-Iraqiyê, hêzên rawestana li ber terorîzma Iraqê navça  El-Qelayê li mêhwera  rojhilata  Mûsilê azad kirin.

Hêzên rawestana li ber terorîzmê navenda eskerî ya Cenîmê li derdora  navça azadbûyî ya Bertelê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu