Artêşa Emerîkayê: Artêşa Iraqê 40 gundên nêzîkî Mûsilê azad kirine
Emerîkayê ragihand ku artêşa Iraqê 40 gundên nêzîkî Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirine.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Associated Pressê artêşa Emerîkayê ragihand ku ji dema destpêbûna operasyona artêşa Iraqê jibo azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hêzên iraqî 40 gundên nêzîkî Mûsilê azad kirine.
General Metyo Aysler ji hêza hewayî ya Emerîkayê got ku hêzên iraqî li halê xurtkirina serketinên xwe yên vê heftiyê li başûr û rojhilata Mûsilê ne û di eynî demê de lezgîniya bipêşdeçûna xwe jî parastine.
Şerê azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ku havîna 2014an kete destê vê grûpê operasyoan herî mezin a eskerî li Iraqê ji dema dagirkirina axa vî welatî ji aliyê eskerên Emerîkayê li sala 2003an tê hesabê.
Li gorî gotina vî generalê emerîkî hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê êrişên xwe yên hewayî ser terorîstan zêde kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).