Iraqçî: NY tu bernameyeke xwe li Sûriyê û Yemenê tine
Seyd Ebas Iraqçî alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li merasima rêzgirtina ji 71mîn salvegera damezrandina NY re li Têhranê got ku li encama pevçûnan li Sûriyê bi milyonan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne, lê NY ji ber nijyara siyasî tu bertekeke hêja li hember wê tine.
Iraqçî bal kişand ser hizûra grûpên terorîsdtî yên mîna DAIŞê li Sûriyê û destnîşan kir NY dikare jibo lidarxistina muzakirên aşitiyê û alîkariyên mirovhezane bo gelê Sûriyê roleke giring hebe.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser cinayetên Erebistanê li Yemenê û got Îran ji NY dixweze ku pêngavên pêdivî jibo dawîbûna cinayetên siûdiyan hilîne.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser hevhatina Parîsê jibo gihêştian bo armancên geşatiya Hezarê û got. Ev hevhatina dîrokî jibo geşatiya aborî û li gorî teknolojiya parastina jîngehê giring bûye û Îran dixweze ku ji hilweşyana xwe jibo gihêştin bo van armancan mifayê wer bigre.
Iraqçî her wiha nav koma nûçegihanan bijartian Erebistanê li konseya mafên mirovan a NY nîşana bikaranîna kirêta mafên mirovan jibo berjewendiyên saisyî û tekez kir ku li hember mesela mafên mirovan siyasî reftar tê kirin.
Alîakrê wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir ku rejîma siûdî ku tu erzişekê ji jinan re qayîl nabe û mafên herî sereke yên jinan binpê dike bi slogana geşatiya giştalî li konseya mafên mirovan tê bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)