Berucerdî: Berfirebûna terorîzmê encama biryarên şaş ên Emerîkayê ye
Elaedîn Berucerdî serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li hevdîtina Soren Îspersen serokê komsîyona siyaseta derve ya meclîsa Danîmarkayê li Têhranê got: Berfirebûna terorîzmê û krîzên wê li encama biryarên şaş ên Emerîkayê û hin hevpeymanên wê pêk hatiye û li halê berfirebûnê ye.
Berûcerddî bêdengiya medyan li bara cinayetên hovane yên Alê Siûd li Yemenê jî rexne kirin û got : Niha kuştina xelkê mezlûm û bêguneh ê Yemenê ji berûlayên însanî û mafên mirovan jî derbas bûye û ji mînakên eşkere yên tevkujiyê û cinayeta li dijî mirovahiyê ye.
Serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siayseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li bara qeyrana Sûriyê jî got ku Îran ji destpêka krîzê li Sûriyê ser pêwîstiya gotûbêjê û muzakira gişt aliyên sûrî piştgirî kiriye û daxwaza rawestana cidî li ber terorîzmê li navçê û cîhanê dike.
Berûcerdî parvekirina terorîzmê ser terorîzma baş û xirab li navçê ji aliyê Emerîkayê şaşitiya din a vî welatî da zanîn û tekez kir: Îran bi micidî ji yekperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê piştgiriyê dike û jibo vegerandina aramî û ewlehiyê bo navçê bi welatên din re hevkariyê dike.
Soren Îspersen serokê komîsyona siyaseta derve ya parlemana Danîmarkayê jî li hevdîtina tev Berucerdî got: Berfirebûna têkiliyên siyasî, aborî û parlemanî tev Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî aram û giring li navçê û cîhanê jibo dewlet û parlemana Danîmarkayê pir balkêş e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)