Hevdîtina alîkara wezîrê karên derve yê Slowoniyê tev Zerîf

Wezîrê karên derve yê Îranê ji peywendiyên giştlaî navbera Îran û Slowaniyê pêşewazî kir.
Li gorî rapora wezareat karên derve ya Îranê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina tev xanima Dariya Badpwaj Kort alîkara wezîrê karên derve yê Slowoniyê li Têhranê daxawaz berdewamkirina şêwirînên navbera rayedarên her du welatan kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ser pêwîstiya şandina demlidest a alîkariyên mirovheziyê bo xelkê Sûriyê û Yemenê û amadetiya Komara Îslamî ya Îranê bo her cure alîkariya li vî warî sekinî.
Alîkara wezîrê karên derve yê Slowoniyê jî raporek ser peywendiyên Liyobliyanayê û Têhranê raber kir û bal kişand ser sefera pêşerojê ya serokkomarê Slowêniyê bo Îranê û wajokirina belgeyên hevkariyên dualî û got: Hevgavê vê seferê yê balyozxana Slowêniyê li Têhranê were damezrandin. Rawêjkarîya ser meselên navçeyî û navneteweyî ji mijarên gotûbêja wezîrê karên derev yê Îran û alîkara wezîrê karên derve yê Slowêniyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)