Hêzên iraqî nêzîkî balefirgeha Mûsilê bûn
Hêzên polîsên federal ên Iraqê nêzîkî balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê bûn.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Firat Newsê, hêzên polîsên federal ên Iraqê li dewam pêşdeçûnên xwe sê gundên din jî azad kirin û gihêştin balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê.
Raid Şakir Cewdet li facebooka xwe nivîsî ku yekînên polîsên federal gundên El-Xefsan, Şelhûp, Bizîrê azad kirine û gihêştine 16 km ya balefurgeha Mûsilê.
Hêzên polîsên federal her wiha karîn ku gundê El-Ketiyê li başûrê Hemam El-Elîlê li mêhwera başûrê Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Hêzên polîsên federal ên Iraqê pêştir karîbûn gundê El-Minkarê li baurê taxa El-Şûrê û du gundên Bizûnê û El-Boxlawînê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û derbasî nav gundê El-Qahirê li derbasgehên Hemam El-Elîlê li başûrê Mûsilê bibin.
Yekînên eskerî yên Iraqê jî îro gundê El-Munîrê ser bi devera Hemam El-Elîlê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.
Hêzên xwebexş ên gelanî herwiha hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê ku nav avahiyên rojava bajarê Mûsilê xwe veşartibûn, kuştin.
Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê îro li dewama pêşdeçûnên xwe karîn ku gundê Xebîratê li rojava Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin. Van hêzana her wiha piştî ku pevçûnên giran tev terorîstên DAIŞ`ê ku ji vê sibê va destpê bibûn, gundê Um El-Îzamê li rojava Mûsilê xistin bin kontrola xwe.
Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê ber bi bajarê Tileferê ve pêşde diçin û gihêştine 17 km ya Tileferê.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sibeya duşemiyê 17`ê Cotmehê fermana destpêbûna operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê da.
Hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsên federal û xwebexş ên gelanî û pêşmerge ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê va heya niha bi sedan kîlomêtrên çarkunc û bi dehan gund ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirine û nêzîkî navenda vî bajarî bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)