AsyaNûçe

Kirgizîstan diçe referandûmê

Li Parlamentoya Kirgizîstanê yasaya ku ji bo guherîna destûra bingehîn referandûmê pêşniyaz dike, hat qebûl kirin.

Li Kirgizîstanê li parlamentoya xwedî 120 kursî, bi beşdarbûna 105 parlamenteran deng hatin dayîn û bi 90 dengên ‘erênî’ ji bo guherîna destûr abingehîn biryara referandûmê hat girtin.

Tê payîn ku pêşnûmeya ku li ser daxawaza Serokomarê wî welatî Almazbek Atambayev ji aliyê hinek partiyan ve hat amadekirin, di 11ê Kanûnê de bi hilbijartinên herêmî yê wê pêşkeşî gel were kirin.

Bi vê yasaya referandûmê wê xala 31emîn a destûra bingehîn were guherandin. Ger ku destûra bingehîn were guherandin;

* Ji xeynî wezîran, parlamenterên ku wek serokwezîr an jî cîgirê serokwezîr werin hilbijartin, ji parlamenteriyê nakevin.

* Erka tayînkirin û peywirdarkirina rêveberên herêmî wê ji meclîsên herêmî were girtin û bidin serokwezîr.

* Kesê ku bi demkî bibe serokomar wê nikaribe bibe namzetê hilnijartinên serokomariyê.

Li Kirgizîstanê piştî ku Partiya Demokrat a Sosyal ji koalîsyonê cuda bû, hikumeta koalîsyonê ya bi serokwezîriya Sooronbay Ceenbekov jî îstifa xwe dabû. Atambayev di meha nîsanê de îstifaya hikumeta koalîsyonê pejirandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu