Hekîm ser hewldana welatên ewrûpî jibo rawestana li ber DAIŞ`ê tekez kir
Serokê hevalbendiya mezin a neteweyî ya Iraqê ser hewildana welatên ewrûpî jibo rawestana li ber terorîstên DAIŞê tekez kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya mezina a neteweyî ya Iraqê roja yekşemiyê li hevdîtina Mark Barîtî balyazê Fransayê li Bexdayê got ku welatên ewrtûpî û hevalbendiya emerîkî li dijî DAIŞê divê li ber grûpa terorîstî bisekinin û li vê barê pir hewil bidin.
Hekîm tekez kir ku gelê Iraqê bi xweragirî û berxweana xwe û hebûna pirsgirêkan li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê radiweste. Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê got ku hêzên iraqî li rawestana li ber DAIŞê serketinên berbiçav bi dest xistine û kêm mane heya azadiya tama bajarên bin destê DAIŞê û azadiya tam a Iraqê û piştî wê Iraqa nû divê li çarçêva aşitî û sedaqetê reftarê bike. Hêzên artêş, polîs, besîca gelanî , hêzên rawestana li ber terorîzma Iraqê, pêşmergên kurd û eşîrên Neynewayê ji 17 Cotmeha 2016an li operasyona azadkirina Mûsilê ji lepên terprîstên DAIŞê beşdarî kirine û heya niha bi dehan gund û navçe ji destê terorîstan azad kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)