ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî rola Ewrûpayê ji bo rawestana li ber terorîzmê pêwîst da zanîn.

Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civaka kivşkirina mesilheta nizama Îranê, Elî Ekber Wilayetî roja sêşemiyê li hevdîtina  xanim “ Lonê Denker Vysburg, alîkara wezîrê karên derve yê Danîmarkayê li Têhranê got: Hejmarek ji terorîstên ku îro li dijî gelên navçê şer dikin ji welatên ewrûpî ne ku li pêşerojê dikarin derbeyên  giran li van welatan bixin.

Serokê navenda lêkolînên stratejîka civaka kivşkirina mesilheta nizama Îranê tekez kir: Ser qazanca welatên ewrûpî ye ku rola  serbixwe û binador li çareserkirina  qeyranên navçê ji wan rawestana li ber terorîzmê û grûpên tundrew û tekfîrî û girtina pêşiya  alîkariyên  çek û sîlehî û aborî bo wan hebin.

Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku  Têhranê ji destpêka qeyrana Sûriyê rêçara siaysî wek siayseta û hewlwesta xwe ya bingehîn  daye ragihandin û got : Îranê dê her alîkariyekê jibo pêaknîan a aşitî û aramiyê li navçê bike. Alîkara wezîrê karên derev yê Danîmarkayê jî amadetiya welatê xwe jibo berfirehkirina hevkariyên dualî, navçeyî û navneteweyî tev Îranê ragihand û ser pêwîstiya  bidestxistina  rêçara siaysî jibo qeyranên navçê tekez kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu