Encama hilbijartinên Emerîkayê qeyrana navçê naguherîne
Nunerê Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) li Têhranê got: Encama hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê yê tu guherîneke erênî û kêrhatî li rewşa bikrîz a navçê pêk neyne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Xalid El-Qudûmî nunerê tevgera HAMAS`ê li Têhranê bal kişand ser bijartina Donald Trump wekî serokkomarê Emerîkayê û got: Hilbijartinên berê yên Emerîkayê nîşan dane ku hatina şexsekî nû alûgurên bingehîn li siyasetên derve û navçeyî yên vî welatî pêk nayne.
Qudûmî destnîşan kir: Barak Obama serokkomarê Emerîkayê jî piştî serketina li hilbijartinên berê sozên bêmînak dane welatên erebî û Îslamî lê di pratîkê de dewleta Obama piştgiriya herî zêde da Rejîma Siyonîst û eva li halekê bû ku rewşa Iraq û Lîbyayê pir aloz bû û ew hewcedarê alîkariyan bûn.
Nunerê HAMAS`ê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku îro rojê cîhana îslamê û welatên navçê hewcedarê hereketa ber bi yekitiyê ne û got: Gelên misilman nabe bi propagendên çêkirina bêtifaqiyê yên rojavayîyan ku li dû birêxistina şerê mezhebî û eşîretî ne bikevin davê.
Qudûmî her wiha li bara nihêrîna nû ya siyasî li Lubnanê got: Nêzîkî 500 hezar filistînî li Lubnanê dijîn, lewma divê mesela Filistînê bibe bernama sereke ya dewleta nû ya Lubnanê û daxwaziyên filistîniyan werin berçavgirtin (BANGÊ ÎSLÂMİ).