Li encama êrişa balefirên cengê yên artêşa Erebistanê ser navçên curbicure Yemenî hejmarek ji yemeniyan hatin kuştin û birîndra bûn
Li gorî rapora kanala televîzyona El-Mesîrê ya Yemenê, balefirên cengê yên siûdî pênşemiyê şevê li dewama êrişên xwe li dijî xelkê Yemenê navçên curbicure parêzgeha Sedê li bakurê rojava Yemenê bi bombeyên işû bombebaran kirin.
Li bara xisarên muhtemel ên vê êrişê raporek nehatiye weşandin. Balefirên siûdî her wiha du caran erdên cotkariyê yên bajaroka El-Mexayê ya parzêgeha Tezê li başûrê Yemenê dan ber êrişan.
Di eynî demê de balefirên cengê yên siûdî bi awayekî berfireh êrişên xwe ser navça operasyonî ya hêzên yemenî li Cîzanê li başûrê Erebistanê destpê kirine.
Armanca van êrişana pêkanîna berbendan ser riya bipêşdeçûna hêzên yemenî li axa Erebistanê ye. çavkaniya eskerî ya yemenî ji El-Mesîrê re got êrişên hewayî yên Erebistanê ser Cîzanê nekariye pêşiya bi pêşdeçûna artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê li axa Erebistanê bigre. Hêzên yemenî xêncî îmhakirina cebilxanên artêşa Erebistanê kontrola pireya peywendiyên navbera du navçên Qaim Zubeyd û El-Îbadiyê ya Cîzanê girtine destê xwe. Li gorî raporan hêzên artêşê û komîta gelanî ya yemenê li çend gundan li Cîzanê bi pêşde çûn û eskerên siûdî ji van gundana revîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)