IraqNûçeRojhilatanavin

Birek ji terorîstan li bakûra Iraqê hatine kuştin

Li operasiyona hewayî ya artêşa Iraqê li bakûra vî welatî bi dehan terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Yewmul-Sabê, Li operasiyona hewayî ya artêşa Iraqê dijî terorîstên DAIŞ’ê li navçên El-Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê, bajarê Hîtê li parêzgeha El-Enbarê û bajarê Şengalê li bakûrê rojavaya vî welatî bi dehan terorîst hatine kuştin.

Her wisa hatiye ragihandin ku li van operasiyonên dijî terorîstan, çend erebên terorîstan û navenda bombdanînê li Hewîcê ji nav çûn.

Ajansa nûçan a Sûmiriye News’ê jî ragihand ku grûpa terorîst a DAIŞ’ê 30 endamên xwe ji ber ku fermanên qumandên xwe cih neanîne û ji meydanên şêr revîbûn, li başûra Mûsilê kuştine.

Grûpa terorîst a DAIŞ’ê dixebite pê tirsandina endamên xwe, wan neçar bike ku li mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê bimînin û dewamê bidine şêrr.

Li operasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê ku ji 24`ê adara 2016`an va dest pê bûye hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîne birek ji navçên bin destê terorîstên DAIŞ’ê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu