AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Zerîf li ser helwêstên hevpar ên Îran û Hingariyê

Wezîrê karên derve yê Îranê helwêst û nêrînên Komara îslamî ya Îranê û Hingariyê (Mecaristan) li arê mijar û guhertinên navçeyî û cîhanî hevpar da zanîn.

Li gorî rapora dayreya dîplomasya mêdyayî ya wezareta karên derve, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina digel Lazlo Kûvêr serokê parlimana Hingariyê li Têhranê got: Du welat li miajr û meseleyên navçeyî û navneteweyî  nêrînên xwe yên hevpar hene ku dikarin li warê çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan sûdewer be.

Wezîrê karên derve yê Îranê çalaktirbûna rola Ewropayê di rewşa niha ya navçe û cîhanê girîng da zanîn.

Zerîf bal kişande ser warên cûrbicûr ên hevkariya Îran û Hingariyê li warên siyasî, aborî, zanistî û têknolojî û parlimanî û destnîşan kir: Serêxwegirtina van armancan hewcedara dabînkirina hin pêdivî û hêsankariyan bi taybet li warên bankî û mijara vîzayê ye ku gere li bara wan hevfikrî pêk were.

Serokê parlimana neteweyiya Hingariyê jî got: Bodapist Têhranê wek aliyekî stratijîk û girîng ji xwe ra dizne û amade ye ku peywendiyên xwe digel Îranê wek welatekî girîng û mezin di hemî awaên aborî, siyasî, zanistî û çandî berfireh bike.

Lazlo Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê  ûKomam 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar jî li ser xêr û kara hemiyan da zanîn û her viha got: Ti tiştek gere rê li ber cihanîna vê lihevkirinê negire û wisa ku Îranê hemî sozên xwe cih anîne, aliyên din jî gere sozên xwe cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu