EwropaNûçe

Li Moskova û Qafqasyayê milîtanên DAIŞê ku amadehiya êrişan dikirin hatin girtin”

Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku li Moskova û Qafqasyayê milîtanên DAIŞê ku haziriya êrişan dikirin hatin binçavkirin.

Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku li Moskova û Qafqasyaya Bakûr grûbek milîtanên ku bi rêxistina terorîst a DAIŞê re têkildar bûn û amadehiya êrişan dikirin hatin binçavkirin.

FSBê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Înguşetya û li Moskovayê çalakiya grûbekê ku amadehiya êrişên terorî dikirin hatin astengkirin. Li gorî daxuyaniyê 5 milîtanên terorîst hatin girtin û herhiwa di operasyonê 2 teqemeniyên destçêkirî ku her yeke derdora 10 kîloyan û 2 tifingên nîşangir hatin desteserkirin

FSBê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku endamên grûba ku hatin binçavkirin, berpirsê rêxistina terorîst a DAIŞê ku meha borî li Înguşetyayê hatibû kuştin ji terefê wî ve hatibû avakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu