234 kes ji misilmanên Rohîngiyayê li Miyanmarê hatin girtin
Artêşa Miyanmarê li daxûyaniyekê li bara girtina 234 kes ji misilmanên Rohîngiyayê li parêzgeha Raxînê agahî da.
Li gorî rapora IRIB Newsê, artêşa Miyanmarê roja duşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ji dema ku hêzên ewlehiyê kontrola parêzgeha Raxînê girtine destê xwe ji destpêka Cotmehê heya niha 69 kes ji misilmanên Rohîngiyayê hatine kuştin û 234 kes hatine girtin.
Aertêşa Miyanmarê hin raporên derheq tund û tûjiya berfireh li dijî zarok û jinan û xopanên agirberdana malan û navçên xelknişîn li parêzgeha Raxînê ji aliyê eskerîn vî welatî red kirin.
Lê hin medyan li bara kuştin û birîndarbûna bi sedan misilmanên Rohîngiyayê li encama êrişên eskerên Miyanmarê li heftiyên buhurî agahî dane.
Parêzgeha Raxînê ku cihê jiyana kêmîna misilmanên Rohîngiyayê û hevsînorê Bengiladişê ye ji dema êrişa meha buhurî ya kesên nenas ser navenda sînorî ku bû sedema kuştina 9 eskerên Miyanmarê bi tedbîrên eskerî tê îdarkirin.
Çavdêrê mafên mirovan li gor wêneyên setelaytê ragihand ku zêde ji 400 avahî li navça nearam a parêzgeha Raxînê li heftiyên buhurî hatine agirberdanê.
Misilmanên Rohîngiyayê li parêzgeha Miyanmarê ji sala 2012`an ketine ber azar û îza û kuştinê ji aliyê bûdayiyên tundrew. (BANGÊ ÎSLÂMİ)