Nîşangeha hewavaniyê bi beşdariya wezîrê berevaniyê
Heştemîn nîşangeha navneteweyî ya hewayî û esmangeriyê ya Îranê bi beşdariya Husêyn Dêhqan wezîrê berevanî û piştgiriya hêzên çekdar yê Îranê li girava Kîşê li başûrê Îranê karê xwe destpê kir.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya kanala Xeberê, zêde ji 100 şîrketên navxweyî ji rêxistin û saziyên hewayî, esmangerî, navendên lêkolînê, zanîngehî û navendên perwerdehî û hîndekariya bilind û her wiha şîrketên biyanî ji welatên Almanya, Rûsiyê, Îtaliya, Brîtanya, Japonya, Polanya, Litonî, Sengapûr, Malizya, Tirkiye, Fransa û Ukraynê li vê nîşangehê beşdar bûne.
Şîrketên zanistî û berhemanînê yên amûrên hewayî û esmangeriyê û teknolojiyê li vê nîşangehê destkevtên xwe xistin ber çavan.
Nimandina hin planên nû û zanistî, lidarxistina civîna hevkariyên Îran û Rûsiyê, lidraxistina roja neteweyî ya fezayî û esmanî, kargeha hîndekariyê ji bernamên vê nîşangehê ne. Her wiha nimayişya hewayî îro destpê dibe.
Firîna akrobatîk a tîma hewayî ya Rûsiyê bi çend balefirên SU-27ê, firîna tîma akrobatîk ji welatê Lêtoniyê, firîna balefiran û helîkopterên Qezaqistan û Ukraynê ji beşên nimayişa hewayî ya balefirên derve ye .
Cihanîna nimayişa hewayî bi Mig 29`ê û F5ê ya hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, balefirên SU ya hêza hewa fezaya sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, cureyên balefirên sivik û paraglayder beşeke din ji bernamên nimayişa hewayî ye.
Heştem nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên hewayî ya Îranê heya 19 Mijdraê didome (BANGÊ ÎSLÂMİ).