FilistînNûçeRojhilatanavin

Jineke filistînî li rexê rojavaya çemê Urdinê şehîd bû

Jineke filistînî di encama gulleavêtina hêzên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li rexê rojavaya çemê Urdinê şehîd bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, bi dû dewama hevkarîya Teşkîlata Xweîdarekir a Filistînê ligel Rêjîma Sîyonîst, Hîlda Besam Este jina 39 salî ya filistînî di encama gulleavêtina hêzên ewlehîyê yên Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê da li devera kevnar a Nablosê li rexê rojavaya çemê Urdinê şehîd bû.

Eva li halekî ye ku di encama hevkarîya hêzên ewlehîyê yên Teşkîlata Xweîdarekir a Filistînê û hêzên sîyonîst mideha 2 mehên buhurî da, nêzî 200 çalakên filistînî hatin girtinê û 164 kes jî jibo navendên ewlehîyê hatine bankirinê.

Ji hêla din va, kirêgirtîyên Rêjîma Sîyonîst îro salona civînan a filistînîyan li gundê Um ul Xeyrê li başûra El-Xelîlê li rexê rojavaya çemê Urdinê xirab kirin.

Li gorî belgeyên NY, zêde ji hezar û 383 filistînî ji destpêka sala 2016`an va ji ber kavlkirina malên wan ji hêla Rêjma Sîyonîst va aware bûne. Sala buhurî 688 kes ji ber kalvkarîyên Rêjîma Sîyonîst aware bibûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu