ÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên navçeyî û cîhanî jibo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê pêgirî dike

Muhemedteqî Mueyîd balyozê Îranê li Mexribê li gotûbêja tev IRNA`yê bal kişand ser beşdariya çalak a Îranê li civîna  navneteweyî ya Av û Hewayê ( COP), civîna hevpar a bernama  jîngehê (UNEP) û Bernama  Avedankirinê (UNDP) ya Rêxistina  NY li Ribata paytexta  Mexribê û got : Têhran daxwaza hevkariyên  navçeyî û cîhanî jibo çareserkirina  pirsgirêkên jîngeh dike.

Mueyîd bal kişand ser hevdîtinên  Mesûme Îbtikar seroka Rêxistina  parastian Jîngehê ya Îranê li kêleka  vê civînê bi rayedar û wezîrên  jîngehê yên welatên curbicur ra û got: Li van hevdîtinan pêwîstiya  parastin û rawestana li ber ber gefên xwezayî û însanî yên jîngehê gotûbêj hat kirin.

Balyozê Îranê li Mexribê got: Pirsgirêkên jîngejê diyardeyeke cîhanî ye ku gefê li jiyan û jîngeha civaka cîhanî dixwe; loma hin welatên pêşketî ji ber ku para wan li berhemanîna  hin hokarên  gefên jîngehê ji wna gazên gulxaneyî pirtir e divê li vê barê  zêdetir hevkariyê bikin û berpirsiyar bibin.

Muhemedteqî Mueyîd mesela toz û xweliyên li sonrên rojava Îranê pirsgirêkeke  jîngehê da zanîn û got : welatên  cînar û navçê bêyî  berçavgirtina  pirsgirêkên siyasî divê li vî warî da hevkariyê bikin da ku gefên li hember tendrusitiya  xelkê bê rakirin an kontrolkirin.

Mesûme Îbtikar alîkara  serokkomar û serokê Rêxistina  parastian Jîngehê ya Îranê jibo beşdariya li civîna  navneteweyî ya guherînên  Av û Hewayê (COP22) ku ji 7`ê Mijdarê ve li Mexribê xebata xwe destpê kiriye sefera vî welatî kir û li diyanzdehemîn civîna  endamên protekola Kiyotoyê jî beşdar bû.

Civîna  Mexribê riyên curbicur jibo cihanîna  qanûnên navneteweyî ku li Parîsê jibo bisînorkirina  tên û germaya  topa erdê hatine kivşkirin  hildikole û heya sibê anku 18`ê Mijdarê jî didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu