Li sînorên navbera Îran û Iraqê bereberê lidarxistina mersima mezina Erbeîna Huseynî ewlehiyeke tam heye
Wezîrê ewlekariyê yê Îranê ragihand ku li sînorên navbera Îran û Iraqê bereberê lidarxistina mersima mezina Erbeîna Huseynî ewlehiyeke tam heye.
Li gorî rapora IRNAyê, Mehmûd Elewî Wezîrê ewlekariyê yê Îranê li kêleka seredana sînorê Mihranê li parzêgeha Îlamê li rojavaya Îranê got: Hêza ewlehiyê ya Îranê li xuliqandina hemaseya Erbeînê roleke giring heye û bi hewildana sînorvanan tucure pirsgiêkeke ewlehiyê li sînoran tine.
Elewî bal kişand ser pêşewzaiya milyonî ya xelkê li meşa Erbeîna Husenî û got: Ev pêşewziya bêhempa bûye baîs ku zirûfa sînorê bejahiyê yê Iraqê li Mêhranê bikemile.
Li gorî ragihandina berpirsên parzêgeha Îlamê heya niha zêde ji milyonek kesî ji sînorî Mêhranê jibo beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî derbas bûne.
Sînorê Mêhranê ji ber kinbûna riya heya Kerbelayê bijardeya ewil a ziyaretkirên Erbeînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)