IraqNûçeRojhilatanavin
Li Başîkayê bi dehan tunelên DAIŞê hatin dîtin

Hêzên Pêşmerge li bajarokê Başîkayê bi dehan tunelên DAIŞê derxistin holê.
Piştî ku hêzên Pêşmerge bajarokê Başîkayê kontrol kirin, dest bi paqijiya ji mayînan û teqemeniyan kirin. Di vê navberê de di dema lêgerîna Pêşmergeyan de bi dehan tünel hatin dîtin. Li gorî zanyariyan heta niha li vî bajarokî nêzîkî 90 tunel hatine dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)