Li Zonguldakê kanayek hilweşiya, karkerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li bajaroka Kirimli ya bajarê Zonguldakê îşêv li dor 22.30an kaneyeke sektora taybet hilweşiya. Hilweşîna kaneya madenê ya li taxa Gelik a Kirimliyê li jêrzemîna 140 metroyî pêk hatiye. Li gor agahiyên destpêkê ji 2 karkeran yek hatiye rizgarkirin û ew rakirine nexweşxaneyê. Xebatên rizgarkirina karkerê din berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)