Berfirehkirina peywendiyên dualî yên Îran û Slovonyayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran û Slovonyayê jibo berfirehkirina peywendiyên dualî bitaybet li warên curbicur ji wan aborî û siyasî micid in.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomariyê, Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Barot Paxor serokkomarê Slowoniyê li Têhranê got ku Îran û Slowonî xêncî peywendiyên aborî ser berfirehkirina peywendiyên çandî, zanistî û teknolojyê tekez dikin û belgên ku li warê teknolojiya ICTyê û Nanoyê hatin wajokirin nîşan didin ku her du welat dixwezin li warên teknolojiyên nû hevkariyên xwe berfireh bikin.
Rûhanî got ku sefera serokkomarê Slowniyê bo Îranê jibo cara yekê li 25 salên buhurî û her wiha vekirina balyozxana vî welatî li Têhranê nîşana viyana xurt ên du welatan li çarçowa berfirehkirina peywendiyên du welatan e.
Serokê Komara Îslamî ya îranê bal kişand ser vê eykê ku li muzakirên taybet û hevpar tev serokkomarê Slovnyayê meselên li bara peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî hatin hilkolandin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran û Slovnyayê li piraniya meselên navneteweyî xwediyê nihêrînên hevpar û wekhev in û her du welat ser vê bawerê ne ku ji riyên dîplomatîk û biaşitî dikarin pirsgirêkên navçê û navneteweyî çareser bikin.
Barot Paxor serokkomarê Slovnyayê bi armanca berfirehkirina peywendiyan tev Komara Îslamî ya Îranê berêvara duşemiyê gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)