Hîn sê hezar û 600 kurdên êzdî di îsareta DAIŞê de ne

Viyan Dexîl nunera kurrdên êzdî li parlemana Iraqê got: Hîn sê hezar û 600 kurdên êzdî di îsareta DAIŞ`ê de ne.
Li gorî rapora Kurdpressê, Viyan Dexîl li gotûbêja tev Anadolûnewsê got ku piştî êrişa DAIŞê ser Şingalê û Kolekirina kurdên êzdî, pêvajoya azadkirina wan bi şêwazên curbicur destpê bû û zêdetirî hezar û 800 kes ji wan ji destê DAIŞê azad bûn lê hîn hejmareek zêde ji wan di îsareta DAIŞê de ne.
Nunera kurdên êzdî li parlemana Iraqê got ku piraniya jin û keçên êzdî ku ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtinê bo navçên din li Sûriye û Iraqê hatine guhestin.
Wê her wiha ragihand ku piraniya kesên azadbûyî ji ber şikencên DAIŞê di rewşeke rûhî û rewanî ya xirab de ne û jibo dermankirinê tên şandin bo Almanyayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).