Sê-yekek ji zarokên guhestî ji kempa daristana Kalê ya Fransayê wenda bûne
Penaber bitaybet penaberên zarok tim di rewşeke bê ewleh û dijwar li piştî sînoran û li gelek ji welatên ewrûpî jiyan dikin.
Li gorî raporên herî nû, nêzîkî sê-yekek (1/3) zarokên penaber ku li kempa daristana Kalê ya Fransayê hatibûn bicih kirin piştî têkbirian vê kempê li Cotmehê bêserûşûn bûne.
Navenda xêrxwaziyê ya xizmetên awareyên ciwan ragihand ku nikarin cihê jiyana sê-yekek ji 179 zarokên peanber ku wextekê li vê kempê bûn peyda bikin.
Bin Toten damezrênerê vê navenda xêrxwaziyê hişyarî da ku zarokên wendabûyî renge ketibin destê qaçaxçiyan.
Piraniya penaberan ji ber hegerên curbicur mîna şêr û şîdetê li navçê neçar mane koçber bibin û eva demek e ku li welatên ewrûpî di rewşeke xirab de jiyan dikin. Piraniya wan di kempan û pir ji wan jî li pişt sînoran îmkanat û ewlehiya canê wan pir kêm e. Eva li halekê ye ku jibo gihêştina bo pişt sînorên Ewrûpayê riyeke pir dijwar û bitalûke derbas kirine.
Herçend welatên ewrûpî ji destpêka qeyrana ji rû ve wer nîşan dane ku bona însaniyetê mirovheziyê dixebitin, lê tenê bi sloganan piştgirî dane peanberan . Bi zêdebûna pêvajoya penaxwaziyê û zêdebûna pirsgirlkên aborî û siaysî nav Ewrûpayê heta ev slogan jî kêmtir tê bihîstin.
Piraniya dewletên ewrûpî yên mîna Almanya û Fransayê ku îdiaya wergirtina koçberan dikirin ji ber rewşa navxweyî û nêzîkbûna dema hilbijartinê û hevrikiyên partiyan eşkere ji siaysetên li dijî penaberan piştgiriyê dikin. li dewama vê guhertina helwêsta wan li bara penaberan, meha derbasbûyî dewleta Fransayê kempa herî mezin a peanberan li bajarê Kalê girêda û ew kavil kir. Dewleta Fransayê jî bin zexta raya giştî ragihand ku penaberan dişîne kempên din û zarokan jî dişîne Brîtanyayê lê niha bi derbasbûa mehekê çarenivîsa gelek ji zarokan nediyar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)