Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê teqîna terorîstî ya Hillê şermezar kir
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê kiryara sebebkarên teqîna terorîstî ya roja pênşemiyê li bajarê Hillê ya Iraqê ku bû sedema şehadeta zêde ji 80 ziyaretkirên Erbeîna Huseynî ji wan 40 ziyaretkirên îranî şermezar kir.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî li xutbên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê serxweşî gote malbatên şehîdên teqîna terorîsrtî ser riya meşiyana ziyaretkirên mersima Erbeîna Huseynî li Hilleya Iraqê û tekez kir: Jibo ziyaretkiran şehadeta li riya Ebû Ebdullah El-Huseyn (s) şanazî ye.
Hucetulîslam welmuslimîn sedîqî Erbeîna huseynî sermayekek binirx, tevgereke xweriste û hegera yekitiya gelên misilman da zanîn û got : Beşdariya berfireh a gel li vê mersima mezin yek ji hegerên şikesta komplo û şikesta gefan li dijî cîhana Îslamê ye.
Pêşnimêjê berwext ê Têhranê spasiya mazovaniya dewlet û gelê Iraqê ji ziyaretkirên mersima Erbeîna Huseynî kir û destnîşan kir: Hêza ewlehiyê û dezgehên ewlehiyê yên Komara îslamî ya Îranê kî li raberkirina xizmetan û damezrandina ewlehiya ziyaretkirên biyanî baş xebitîn.
Hucetulîslam welmuslimîn Sidîqî her wiha bal kişand ser mudaxilên eskerî yên Emerîkayê li welatên navçê û tewsiye li dewleta pêşerojê ya vî welatî kir ku dewsa dewama siaysetên fitnexwaziyê û xerckirina bi milyonan dularî jibo birêxistina şêr li navçê pirsgirêjên jiyan a xelkê Emerîkayê çareser bike.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê mesela berdewamkirina 10 salî ya boykotan li dijî Îranê ji aliyê Emerîkayê weke binpêkirina berpirsiyariyên rêketinnama navokî da zanîn û got: Li gorî gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ger ev boykot cih werin, bêguman dê Komara îslamî ya Îranê bertekê nîşan bide.
Pêşnimêjê berwext ê Têhranê her wiha li berteka li hember kiryara neqanûnî ya Rejîma Alê Xelîfe derheq girtina pêşiya lidarxistian merasima tazîdariya huseynî û serkutkirina tazîdaran li Behreynê bêdengiya rêxistinên anvneteweyî û amfên mirovan li hember şîdetên anê rexne kir.
Pêşnimêjê Têhranê dewama girtina şêx Îbrahîm Zekzekî rêberê tevgera Îslamî ya Nîceriyê jî bi sûça baweriya bi ehlê beytê îsmet û teharetê (s) û her wiha jinavbirina huseyniyan li vî welatî şermezar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)