CîhanNûçe

Li Amerîkayê di ‘Îniya Reş’ de xwîn hat rijandin: 2 mirî, 2 birîndar

Li Amerîkayê di roja Îniya Reş de ji ber daxistinên buha yên firoşgehan rageşî derket û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta New Jerseyê gava ku 2 kes ji firoşgeheke Atlantic Cityê derketin û li wesayita xwe siwarbûn, wesayita wan rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de zilamekî 20 salî jiyana xwe ji dest da û kesê din jî birîndar bû. Sedema êrîşê nehat zanîn û navê kesê mirî û birîndar nehat diyar kirin.

Li Nevadayê li bajarê Reno jî zilamek ji ber cihê parkê di pevçûnê de hat kuştin. Hat dest nîşan kirin ku polîsa li bersûcê ku ji cihê bûyerê reviya, digerin.

Li eyaleta Tennesseeyê li bajarê Memphisê jî li pêş navenda kirîn û firotinê kesek ji aliyên kesên nenas ve rastî êrîş hat. Hat ragihandin ku ew birîndarê ku navê wî nehat diyarkirin, rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî baş e.

Li Amerîkayê di roja bi navê Îniya Reş de ji ber daxistina kirîn û firotinê li gel êrîşên çekdarî wek salên berê gelek kaos û pevçûn jî derket. Muşterî ji bo kirîna tiştên daxistî pevçinîn û dîmenên ji kaosa kirînê li ser medyaya civakî gelek caran hat parvekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu