ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtinên wezîrê enerjiya Îranê li Japonyayê

Hemîd Çîtçiyan, wezîrê enerjiya Îranê, li hevdîtina tev rayedarên japonî, li ser berfirehkirina hevkariyên du welatan sekinî.

Hemîd Çîtçiyan, wezîrê enerjiya Îranê, roja îniyê û li kêleka civîna bîst û heftemîn a Menşûra Cîhanî ya enerjiyê, li Japonyayê bi Fomiyo Kîşîda, wezîrê karên derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Çîtçiyan di vê hevdîtinê de bal kişand ser hevhatina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û got: Pêwîst e hemî welat, pişta serketina vê hevhatina girîng a ku li ser qazanca civaka cîhanî ye bigirin. Wî herwiha got ku Lihevkirina Navokî rewşeka nû jibo geşkirina hevkariyên di navbera Îran û Japonyayê de bi taybet di beşa enerjiyê û enerjiyê nû, pêk aniye.

Wezîrê karên derve yê Japonyayê jî got: Japonya, hertim ji wan welatên piştgirê Lihevkirina Navokî bûye û wê jibo serketina wê jî pirr hewl bide.

Kîşîda û Çîtçiyan, herwiha li ser mijarên din ên girîng li peywendiyên dualî û ji wan sermayedanîna Japonyayê li  avakirina nû ya hêzgehên ceryanê yên Îranê û sefera serokwezîrê Japonyayê bo Komara îslamiya Îranê, gotûbêj kirin.

Wezîrê enerjiya Îranê, herwiha li hevdîtina bi alîkarê wezîrê aborî, bazirganî û pêşeyan ê Japonyayê got: Sûdwergirtina herî zêde ji potansiyêlên xwecî, mercê hevkariyên navneteweyî ye.

wî destnîşan kir: Îran jibo geşkirina postên xwe yên ceryanê yên (J.I.S) pirr bi başî plan darêştiye û vê mijarê derfeteka guncav jibo kompaniyên çalak ên japonî di vî warî de pêk aniye.

Wî destnîşan kir ku pêşmerca Îranê jibo hevkariyên navneteweyî, veguhestina teknolojî û sûdwergirtina herî zêde ji potansiyêlên xwecî di warên av û ceryanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu