Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li hevdîtina fermandên hêza deryayî ya artêşê
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hişyarî da Kongera Emerîkayê û tekez kir: Destpêkirina dubare ya boykotekê ku dema wê bi dawî bûye weke boykot û binpêkirina berpirsiyariyan e.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hezretê ayetullah Xamineyî roja yekşemiyê bi munasibeta salroja hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê 27 Mijdarê li hevdîtina fermande û berpirsên vê hêzê bal kişand ser muzakirên navokî û plana kongera Emerîkayê derheq domandina boykotan bi vê îdiayayê ku ew ne boykot in belkî domandina boykotên heyî ye û destnîşan kir: Destpêkirina boykotekê ferqa wê tine bi destpêkirina wê piştî kutabûna dema wê û eva jî bi xwe boykot û binpêkirina berpirsyariyên berê ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha pesna pêşketin û şiyanên hêza deryayî ya Îranê li warên curbicur ên însanî, fermandehî û teknîkî da û ew balkêş da zanîn û ser giringiya cihanîna bernaman û îstembûnê û devberdana ji lezketina li karûbaran sekinî û destnîşan kir ku pêwîstiya çareserkirina kêmasiyan, viyana bilind û serneçemandina li ber sînordarbûnê û berbendan e.
Fermandê hemû hêzan bal kişand ser giringiya bandora pêşeya deryavaniyê ser pêşketina hin welatan û got : Îran xwediyê sînorên berfireh ên deryayî û her wiha xwediyê mêjoyeke dirêj li warê deryavaniyê ye, loma qawet û şiyana hêza deryayî ya Komara îslamî ya Îranê divê li gor cih û şûna nizama Îslamî û dîroka vî welatî be.
Rêberê Inqilaba Îslamî her wiha hizûra biqawet û xurt a hêza deryayî ya artêşê li avên navneteweyî sedema zêdebûna qawet û hêza Îranê da zanîn û got: Divê kûrahiya hizûra li avên navneteweyî zêde bibe.
Beriya gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî emîr deryadar Hebîbullah Seyarî fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara îslamî raporek li bara hizûra bihêz û berdewam a hêza deryayî ya artêşa Îranê li deryayên navneteweyî raber kir.
27 Mijdarê salroja hemaseya kedkarên paporê mûşekavêj a Pêykan roja hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatiye bi nav kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)