400 malbatên iraqî vegeriyan Diyala ya Iraqê
Komîta bilind a vegerandina awareyên iraqî ragihand 395 malbatên parêzgeha Diyalê li rojhilata vî welatî vegeriyane ser malên xwe.
li gorî rapora IRNA`yê ji zarê someriye News`a Iraqê Elî Sedûn alîkarê serokê komîta awareyên Iraqê got: Bi hevdengiya fermandehiya operasyona Dîcleyê, 395 malbatên aware vegeriyane navça Mensûriyê li 45 kîlomitriya rojhilata Beqûbê.
Seidî bal kişand ser vê yekê ku pêvajoya vegeriyana malbatên aware bo navçên azadbûyî yên parzêgeha Diyalê hema wisa didome û got : Dosiya vegeriyana awareyên iraqî bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina ewlehiya vegeriyana van kesana bo malên xwe hema wisa rasterst ji aliyê Selîm Cibûrî serokê parlemanê va tê şopandin.
Vê kanala nûçan 19`ê Mijdarê jî ji zarê wezareta koçberiya Iraqê diyar kiribû ku yek hezar û 45 awareyên iraqî karîn ji kempa El-Cedê li taxa El-Qiyarê li başûrê parêzgeha Neynewayê vegerin malên xwe li navça azadbûyî li gundên El-Şûre ya Hemam El-Îlê.
Piştî derbasbûna zêde ji 40 rojan ji destpêbûna operasyona azadkirian Mûsilê artêşa Iraqê karî ku piraniya navçên dagirbûyî yên parzêgehên rojavaya vî welatî ji destê DAIŞ`ê azad bike û bi vî awayî piraniya xelkê sivîl ku ji tirsa canê xwe ji van navçana revîbûn, piştî azadkirinê vegeriyane malên xwe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)