Damezrandina dewleta Rizgariya Neteweyî li Yemenê
Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li civîneke awarte li Senayê bi serokatiya Salih Elî Semad ragihand ku dewleta Rizgariya Neteweyî bi serokatiya Ebdulezîz Bin Hebtûr hatiye damezrandin.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera El-Mesîrê, Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li civînekê bi serokatiya Salih Elî Semad serokê Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê û li hizûra alîkarê serokê konseyê û Ebdulezîz Bin Hebtûr serokwezîrê dewleta rizgariya neteweyî ragihand ku dewleta hanê hatiye damezrandin.
Serok û endamê Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê li bara damezrandina dewletekê ku hemî partî û grûpên dijberê destdirêjiya hevalbendiya erebî digre ber xwe qedrzanî kir.
Li vî civînê hat tekezkirin dewleta rizgariya neteweyî erka wê biserûberkirina rewşa navxweyî û rawestana li ber dorpêça aborî, eskerî û siyasî ya dijmin e.
Konseyê diyar kir vê dewletê li saya destdirêjiyên dijmin û kirêgirtiyên wê karî li çarçowa rêçara neteweyî li gorî beşdariya neteweyî û bêyî tu xwînrêjiyeke zêdetir were damezandin.
Konseyê her wiha diyar kir ku ev dewleta jibo xurtkirina aşitî û hewldana jibo aşitiya neteweyî li gor hukma efûya giştî hatiye damezrandin û dijmin berpirsê her cure destdirêjî û girtina pêşiya rêçareya siyasî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)